Li Colemêrgê herêmên awerte hatin ragihandin!

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê ji bo 15 rojan wek herêmên ewlekariya taybet hate ragihandin.

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê ji bo 15 rojan wek herêmên ewlekariya Taybet hate ragihandin.

Parêzgeha Colemêrgê ku rojane di navbera leşkerên Tirkiyê û gerilayên PKKê de şer derdikeve, ji bo 15 rojan Herêmên Awerte ragihand.

Parêzgeriya Colemêrgê bi daxûyaniyekê da zanîn: Ji ber êrişên gerilayên PKKê, rewşa bajar û navçeyên wan ketiye rewşeke xerap ya pêşneketina aborî,  ji bo ku pêşiya van êrişan were girtin, wan deverên taybet yên ewlekariyê ragihandîye.

Parêzgerî diyar dike: Herêmên navenda bajêr, navçeya Çelê, Şemdînan, Gever û Rubarokê, heta 14 Tebaxê  wek Herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin.

Di daxûyaniyê de tê eşkerekirin, heta dema dîyarkirî nabe xelkê sivîl derkevin van deveran.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne