Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

.

Walîtiya Colemêrgê ragihand ku bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li nav bajêr hatine qedexekirin. 

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku çalakî, daxuyanî û şahiyên dê li navenda bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojên din jî hatiye qedexekirin. Walîtiyê qedexeya ku heta 15’ê çile bidome bi van hêcetan parast: “Ewlehiya netewî, pêşî lê girtina sûckirinê, parastina azadî û mafên kesên din, pêşî lê girtian şewba vîrûsa koronayê, provakasyonên ku derkevin holê û bûyerên civakî.”

Ev demek dirêj e Walîtiya Colemêrgê her ji 15 rojan carekê çalakî û şahiyen dê li bajêr pêk werin qedexe dike. 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne