Li Cûdiyê operasyona leşkerî!

.

Tirkiyeyê li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê got ku wan li Çiyayê Cûdiyê yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li dijî PKKyê dest bi operasyonekê kiriye.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku Hêzên Taybet ên Cendirmeyan û cerdevanan beşdarî operasyonê dibin.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, di operasyonê de şikeftek hatiye teqandin ku cebilxaneya gerîlayan e.

Alî Yerlîkaya got ku hêzên wan dest daniye 753 bombeyên destî, hezar pîmên bombeyên destî, 11 keleşnîkofan, 5 tifingên nîşanê, 3 RPGyan, 2 tifingên lûledirêj û 2 kîlogram kelûpelên teqîner.

Ev bi salan e ku Tirkiye li Bakurê Kurdistanê tim qedexeyan radigihîne û paşê li herêmên qedexekirî “operasyonan” dike.

Siyaset Haberleri

Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin
Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide
UNAMI: Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin
Grûpa Emşatê baceke nû li xwediyên guvaştekên zeytûnan sepand