Federasyona Komelên Kurdî li Danîmaraka, wek her sal îsal 17.12.2023 de jî roja Ala ya Kurdistanê pîroz kir.
Wek li gelek bajarên Ewropa ku ji alîyê akincîyên Kurdsitanîyan ve roja Ala ya Kurdsitanê hate pîroz kirinê, li Danîmaraka jî, Federasyona Komelên Kurdî ya li Danîmarka yê ku gelek salin roja Ala ya Kurdsitanê pîroz dikir îasl 17.12.2023 de jî bi beşdarîya girseyekî li ber çav ya ku ji seranserê akincîyên Kurdistanî pêkhatî ve bi hest û hişmendîyekî neteweyî û coşekî berz hate pîroz kirinê.
Ahenga pîrozbahîya Ala ya Kurdistanê di saet 17.00 de bi zarok û hinekî keçan ve ku di destên wan de findên vêxistî û li ser pêsîrên wan ve Ala û di heman demê de Ala ya kî mezin di destên keçande bi sirûda neteweyî hatin salona ahengê. Ûbi meşekî li seranserê salonê gihîtin cîy ku ji bo wana hatibû texankirinê.
Li dû vîya serokê Federasyonê Adnan Axacan li gel rêzgirtin bo cangorîyên doza azadîya Kurdistanê, bi xêrhatina beşdarn kir û peyamekî kurt ya di derbarê rojê pêşkêş kir.
Hemî beşdar li gel xwe xwarin û vexwarinên xwe anîbûn. Piştê xawinê. Bi mûzîk û govendan heta dawîya şevê. Roja Ala ya xwe pîroz kirin û bi dilxweşî û hêvîya jiyanekî xweş, ji hev xatir xwestin.
S. Akar/Danimaraka