Li Daqûqê DAIŞ êrîşî Polisên Federal kir

Li gundek Daqûq, DAÎŞ êrîşî polîsên federal kir.

Ji bajarê Kerkûkê hate ragihandin, çekdarên DAÎŞê li gundê Zenqirê êrîşî polîsên federal kirin û di encam de Muqedimek bi navê Ehmed Şakir bi giranî brîndar bû ye û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Piştî bûyerên 16ê Oktoberê, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bû ye.

Herweha Artêşa Iraqê û Heşda Şabî jî, bûn e armanca êrîşên DAIŞ.

Di heman demê de hêjayî gotinê ye ku daxwaza vegera Pêşmerge bo Kekûkê tê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin