Li Dêrezorê 10 karmendên bîra petrolê hatin kuştin

.

Li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê 10 karmendên bîreke petrolê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Îro 30.12.2022yê, ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand, êrîşeke terorîstî bi ser otobusa karmendên bîra petrolê ya li rojhilatê Sûriyê hat kirin û di encamê de 10 karmendên wê bîra petrolê hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Ajansa SANA eşkere kiriye, sê otobusên ku karmendên bîra petrolê ya BP ya El Teym a li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê, rastî êrîşa terorîstî hatiye.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir