Li Dêrezorê şer heye: Êrişî HSDyê tê kirin!

.

HSDyê ragihand ku li Dêrezorê êrişî hêzên wan tê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku êrişên bejahî şeva borî dest pê kiriye û heta vê sibehê berdewam kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, çekdarên bi ser Hikûmeta Sûriyeyê ve bi top û hewanan êrişî hêzên wan dikin.

HSDyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrişan li rojhilatê Çemê Feratê encam daye.

Di van êrişan de li bajarokê Zîbanê û Taxa El-Letweyê 2 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûne.

Li bajarê bajarê El-Şihêlê jî 2 sivîl birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku şervanan li ber xwe daye û çekdarên êrişkar neçar mane vekişin.

Li hêla din, çavkaniyên cihî yên Dêrezorê diyar dikin û îro di navbera şervanên HSDyê û çekdarên bi Ibrahîm El-Hifil de careke din şer û pevçûnan rû daye û rewş heta vêga jî ne aram e.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê cihî didin, êrişan li navçeyên Bisêre, Ebû Hemam, Teyyaneyê yên li rojhilatê Dêrezorê û navçeyên Hisan û Cinêniyê yên li rojavayê Dêrezorê encam daye.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) sibata îsal ragihandibû ku Îran alîkariya wan komên çekdar dike.

Koalîsyonê xalên çavdêriyê danîne û HSDyê jî ger û dewriyeyên xwe yên rojane yên li rojhilatê Çemê Feratê zêde kirine.

HSDyê herwiha hêzên xwe xistine rewşa amadebaşiyê da ku karibin bersivê bidin êrişan.

Divê were gotin, HSDyê 5ê Sibatê ragihandibû ku li Dêrezorê di êrişeke dronî ya li ser akademiya perwerdeyê de 6 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Herwiha 10ê Sibatê jî komeke çekdar a ser bi rejîma Sûriyeyê ve li Dêrezorê êrişî xaleke HSDyê kiribû û di wê êrişê 5 şervanan canê xwe ji dest dabû.

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin