Li Dêrsimê çalaki hatin qedexekirin

Parêzgeriya Dêrsimê bi sedema belavbûna Kovid-19 ê li seranserê dinyayê,bo seranserê bajarê Dêrsimê tevgerên komkî û çalaki bo 15 rojan hatine qedexekirin. Parêzgeh ragihand ku li 120 welatên dinyayê pandemî bûye sedema panîkê.

Li gor biryara parêzgehê, tenê ku parêzgeh û qeymeqamiyên navçeyan dikarin îzna çalakiyên ku ew qebûl bikin an yên fermî bidin.

Di nava çalakiyan de civîn, xwepêşandan, meş, mîtîng, greva birsê, vekirina stendan, kampanya îmzayan, konser, aheng, konferans û çalakiyên weka wan bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne