Li Dêrsimê ji ber berfê rêya 58 gundan hat girtin

.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya zêdeyî 50 gundan hat girtin. Berfa herî zêde li bajarokên Pulur, Pilemûriye, Qisle û Xozatê dibare.

Tê gotin ku, navçeyên bilind ên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ku du roj e berf dibare, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya xelkê kiriye.

Li gor agahiyên ji Rêveberiya Taybet a Bajêr hatine wergirtin, li tevahiya parêzgehê rêya 58 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Rêya 34 gundên Pulur, 19 gundên Xozatê û 5 gundên Pilemirûyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr û Rêyan dest bi kar û xebatên vekirina rêyan kirine. Barîna berfa zêde bi taybetî li bajarokên Pulur, Xozat û Pilemûriye bûye sedema girtina rêyan. Kar û xebatên vekirina rêyan jî berdewam in.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne