Li Dêrsima Bakûrê Kurdistanê di encama bûyereke hatinûçûnê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer li ser rêya Îstîklalê ya li navçeya Pêrtag a Dêrsimê, duh danê êvarî çê bû û du otomobîl li hev qelibîn.
Di encama wê bûyera hatinûçûnê de, 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji malbatekê ne û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, jina bi navê Husniye Uysal li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û hevjînê wê Ahmet Uysal li nexweşxaneya Dêrsimê û zarokê wan Eren Baysal jî ku bo nexweşxaneya Xarpetê hatibû rakirin, ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest dan.
Herdu kesên di otomobîla din de jî ku birîndar bibûn, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin rakirin.