Par li parêgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir girtibû daristanên gundên Şamoşî û Zogar ên navçeya Xozatê û beşekî wan daristanan şewitî. Îsal kompaniyekê îhaleya paqijkirin û çandina daran li wan daristanan wergirtiye. Lê ew kompanî li şûna çandina daran û birîna wan darên ku şewitîne, darên ter ên daristanê dibire û li kamyonan bar dike û dibe.
Li daristanên gundên Şamoşî û Zogar ên girêdayî navçeya Xozat a ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, piştî ku sala derbasbûyî agir bi daristanên ket, îsal di bin navê projeyeke paqijkirin û dar çandinê de, îhaleyek bo kompanyeyeke taybet hatiye dayîn. Lê ew kompanya berovajî dar çandinê û paqijkirinê niha van darên ter ên daristanê dibire ku ti ziyan bi wan neketiye.
Parlamenterê Dêrsimê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu roja Sêşemê derbarê mijarê de serdana navçeyên darbirînê kir û li wan daristanan lêkolîn kirin. Onlu li ser birîna ew darên ku ziyan negihiştiye wan karvedan nîşanî karbidestên kompanyayê da û daxwaz kir ku dawiyê li birîna wan daran bînin.
Parlamenterê HDPê Alîcan Onlu ji Rûdawê re got: “Ew darên ku sala derbasbûyî ji sotina daristanan a hêzên ewlekariyê ya bi zanebûn rizgarbûne, îsal bi vê qetlîama daran tên jinavbirin. Bi piştrastî niha ne li ew cihên daristanê yên ku şewîtîne dar tên birîn, berovajî wê yekê li cihên ku agir bi wan neketiye darên ter tên birîn. Me li cihê xwe ev yek lêkolîn kir. Di bin navê daristanên şewitî de dibêjin em daran dibirin lê berovajî vê yekê daristan tên jinavbirin.”
Agirê van daristanan 18ê Tebaxa 2021ê destpêkiribû û piştî 12 rojan hatibû vemirandin. Di encama agir de 140 donim daristan şewîtibûn. Tevî ku eşkere ye darên hatine birîn darên ter in û ne ew dar in ku di demê sotina daristanan de ziyan gihiştiye wan, karmendên kompanyayê red dikin ku ti darek ter ji aliyê wan ve hatibe birîn. Li ser vê yekê jî di navbera parlamaneterê HDPê û karbidestên Kompanyayê de alozî derket. Alîcan Onlu dibêje daristanên hatine sotin bixwe xwe nûjen dikin û kesên ku bûne sedema sotina wan nikarin wan careke din nûjen bikin.
Alîcan Onlu herwiha got: “Bo raya giştî dihat gotin ku dê 30 hektar bên birîn, lê niha dibêjin ku dê 400 hektar bên birîn. Ev 50 sal in ev daristan tên sotin, lê wan hertim xwe nûjenkiriye. Bêyî ti îhaleyek û birînekê. Wate bêyî destê wî kesê ku sotiye têde hebe. Ma ew kesê sotiye dikare careke din daristanê kesk bike. Ma ew zîhiniyeta ku sotiye dikare careke din vir kesk bike.”
Ev di demekê de ye di rojên borî de Serokê Şardariya Xozatê yê CHPê Seyfî Geyîk jî piştî ku li daristanên herdû gundan lêkolîn kiribûn ragihandibû ku berovajî başkirinê daristan tên têkdan û daxwaz kiribû ku birîna daran bê rawestandin.
Rûdaw