Geştyarên ku dixwazin derbarê baweriya Elewiyan de bibin xwedî zanyarî diçin Cemxaneyê û guhdariya tiştên ku tên gotin dikin.
Ligel geştyarên navxwe û yên welatên Ewropayê geştyarên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî tên vê derê.
Behriya Yusuf ku xelka Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje ku ew kêfxweş in ku cihekî wiha xweşik û aram dîtine.
Imran Dursun jî bi xwe Sunne ye lê dibêje, ji ber meraqa xwe ya li ser baweriya Elewiyan hatiye vê derê.
Rêberê Kompanya Geştê, Onder Serindag jî amaje bi wê yekê dide ku cihên taybet li Dêrsimê zêde ne û merasîmên baweriya Elewiyan bala geştyaran dikşîne.
Onder Serindag dibêje: “Cihên baweriyê wek cemxane û ziyaret bala geştyaran dikşînin. Geştyarên ku cara yekemîn tên vê derê destpêkê serdana Cemxaneya mezin dikin. Em jî dîmenan tomar dikin û li ser medya civakî belav dikin. Kesên van dîmenan dibînin jî tên serdanê.”
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya nîştecihên wê Elewiyên Kurd in, geştyar herî zêde serdana cihên wek Qada Peykerê Seyid Riza, Geliyê Munzur, Duzgun Baba û navçeyên wê dikin.
Li gor amarên fermî sala borî nêzîka 2 milyon geştyaran serdana parêzgehê kiribûn û tê çaverêkirin îsal ev hejmar bê derbaskirin.
Rûdaw