Sîyasetvan Mahmut Alinak ragihand ku şitilên darên ku jibo bîranîn û muzexaneya vekirî ya komkujîya Dîgorê hatibû çandin, bû armanca êrîşekê.
Li bajarokê Dîgora Qersê jin û zarok jî di nav de 17 rûniştvanên Kurd di 14’ê Tabaxa 1993’an de ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn kuştibûn û 63 kes jî hatibûn bîrindar kirin.
Alinak di salvegera 29’an ya komkujîyê de li cîhê bûyerê dar çand û xwest ku ew cîh jibo bîranîna qurbanîyan bibe muzexane.
Lê, hin êrîşbirên ku nasnameya wan ne dîyar e, ew şitil hil kirin. Alinak ku di dema komkujîyê de parlamanterê berê yê Partîya Keda Gel (HEP) bû, dibêje ku ew nijadperestên ku wê demê êrîşî Kurdan kirine îro jî bi heman ramanan êrîşî şitilên kirine.
“Ev pirsgirêk û ev êş ya hemî Dîgorîyan û Kurdan in. Me av didan wan tim şitilan, lê nijadperest û dijminên Kurdan êrîşî wan şitilan kirin. Mîna wê komkujîyê sucdarên vê bûyerê jî dîyar in. Bila ew nijadperest bizanin ku emê salek din li cîhê wan şitilan bikin daristan.”
Alinak bal kişand ser komkujîyên dîjî Kurdan û got ku divê muzexan, peyker û bîrdarîyên wan komkujîyan werin çêkirin.
“Hezar sal in, Yahudî tên ber dîwarê girinê û komkujîyên dîjî xwe bîr tînin û netewbûna xwe xurt dikin. Tiştê ku Kurd li ber bisekinin û wan komkujîyên li dîjî xwe bîr bînin û êşa xwe der bînin tuneye. Berî 29 salan li Dîgorê jî komkujî çêbû û ev der jî be xweyî ye. Bi vê yeke me xwest ku bi çandina şitlan li wê derê muzeyekî vekirî ava bikin ku Dîgorî û gelê Kurd werin wê derê û êşa xwe bînin ser ziman.”
Dema me ev raport amade dikir, agahî hate me ku komeke ciwanên Dîgorê careke din li heman cîhê şitil çandine.
Hêjayî gotinêye ku piştî wê bûyera sala 1994’an karbidestên Tirkîyê gotibû ku di nava xwepêşandanê de hin çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bi çekan êrîşî hêzên wan kirine û bi vê yekê pevçûn derketiye. Lê, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî, Tirkîyê neheq dîtibû û jiber êrîşa dîjî sîvîlan ew bi tazmînê ceza kiribû.
Çavkanî: Dengê Amerîka