Zanîngeha Firatê ji ber peyama “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” derbarê akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum de lêpirsîn da destpêkirin. Kutum jî nerazîbûn nîşan da û got ku peyama wî ti tawanekê li xwe nagire û tekez kir, Şoreşa Îlonê girîng, Ala Kurdistanê fermî û Mele Mistefa Barzanî jî rêberekî Kurdan e.
Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dike, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kir.
Piştî vê peyama li ser torên civakî Serokê Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê derbarê Hifzullah Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û wekîlê serokê wê peymangehê Prof. Dr. Kenan Peker nivîsek arasteyî Kutum kir û tê de tekez kir ku di encama lêpirsînê de cezayê “hişyarî”yê li wî hatiye birîn.
Herwiha Wekîlê Serokê Zanîngeha Xarpetê ji akademîsyen Doç. Dr. Îzzet Taşar re ku proseya lêpirsînê birêve dibir, nivîsek şand û daxwaz kir ku lêpirsîna derbarê Hifzullah Kutum de di nava 30 rojan de bê temamkirin û pêşkêşî Serokatiya Peymangehê bê kirin.
Li ser vê yekê Doç. Dr. Îzzet Taşar roja 17ê Îlonê daxwaz ji Hifzullah Kutum kir ku di çarçova lêpirsînê de li jûra lîsansa bilind a serokatiya peymangehê amade bibe.
Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û amaje bi wê kir ku ev heyameke dirêj e ew lêkolînan derbarê Kurdan de dike û hişmendiya Kurdî li gel wî pêş dikeve.
Hifzullah Kutum got, “Ez kesek im ku karîgeriya Qazî Mihemed jî, Mele Mistefa Barzanî jî li ser min heye. Min bi boneya Şoreşa Îlonê li ser hesabên xwe yên Twitter, WhatsApp û Instagramê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama min de Ala Rengîn û Nemir Mele Mistefa Barzanî hebûn. Li bin jî min `Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan` nivîsand. Paşê jî Alî Sirri Yilmaz ku li zanîngehê wek ulkucu (grûpeke bi navê `Gurên Boz` ku ser bi MHPê ve ye) tê zanîn, ji min re got, `ez dê li dijî te li CIMERê giliyê tomar bikim` û li cem Serokê Peymangehê Kenan Peker, gilî li dijî min tomar kir. Piştre derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn birêve çû, di encama wê lêpirsîna ku ji aliyê Îzzet Taşer ve hat kirin, cezayê `şermezarkirin`ê li min hat birîn.”
Peyama ku Hifzullah Kutum belav kiribû
Li ser wê peyama xwe jî Hifzullah Kutum diyar kir, “Parvekirina min di qada azadiya min de ye. Tiştek e ku bîr, bawerî, hest û îradeya min a azad nîşan dide. Ne tiştekî krîmînal e. Aliyekî wê yê ku tawana disîplînê û edlî be û bibe mijara lêpirsînê nîne. Niha her çiqas xweser jî be, dewleteke bi navê Kurdistanê heye. Gotina `Bijî Kurdistan` ne tawan e. Mele Mistefa Barzanî rêberekî girîng ê Kurdan e. Bav û bapîrê wan kesan e ku îro dewleta Kurdistanê birêve dibin. Ala Rengîn jî Ala Kurdistanê ye. Ev dîrok û rastiyên Kurdan e. Di vir de tiştekî ku tawan be, tune ye.”
Akademîsyenê Kurd di dewama gotinên xwe de eşkere jî kir, “Hinek kesên ji aliyê ulkucuyan, li nasên min geriyane û gotine ku em dê li wî bidin, wî serkut bikin. Lê min ji ber van gefan paş de gav neavêt û ez naavêjim. Ji ber ku ez kesayetekî azad im û dikarim berpirsyariya tiştên ku ez dikim, hilbigirim.”
Li aliyê din Hifzullah Kutum roja 17ê Îlona 2021, bi awayekî nivîskî parastina xwe li hember wê lêpirsînê kir û di parastina xwe de amaje bi wê kir ku Şoreşa Îlonê di bidestxistina otonomiya Herêma Kurdistanê de xwedî roleke girîng bûye û wî jî xwestiye vê şoreşê bibîr bîne û pîroz bike.
Herwiha Hifzullah Kutum di parastina xwe de amaje bi girîngiya Şoreşa Îlonê ya ji bo Başûrê Kurdistanê û rol, xebat û keda Mele Mistefa Barzanî kir û tekez kir ku Nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo hemû Kurdan rêberekî xwedî girîngiyeke mezin e.
Akademîsyenê Kurd di parastina xwe de behsa Ala Kurdistanê jî kir û bibîr xist ku ew ji aliyê Kurdan ve wek `Ala Rengîn` tê zanîn û ala fermî ya Herêma Kurdistanê ye û di serdanên fermî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî Ala Kurdistanê hatiye danîn û di belavkirina wê peyamê de ti mebesteke wî ya li dijî sînor û yekparçeyiya dewleta Tirkiyê nebûye.
Rûdaw