Li Dîlokê metirsî bû rastî û hejmara kuştiyên teqînê bilind bû. Li gora agahiyên waliyê Dîlokê heta niha termê 50 kesî li morgên nexweşxaneyên Dîlokê hatine berhevkirin.
Tê ragihandin ku ji 90 birîndarî rewşa 22 birîndaran giran e.
Weke tê zanîn şeva bohirî kesekî ku jê tê gumankirin DAÎŞî ye xwe di daweteke Kurdan de teqandibû.