Li Diyabekirê 2. Pêşengeha Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamya vebû

.

Li Diyarbekirê 2yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) û hevkariya Rêxistina Fuara Mezopotamyayê dest pê kir.

Pêşengeha Turîzm û Gastronomiyê li Navenda Fûar û Kongreyan a Mezopotamyayê ya li navçeya Peyas a Diyarbekir tê lidarxistin û heta 26ê Gulanê dewam dike.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya ragihand ku di pêşengehê de ji bo nûnerên 104 parêzgeh, navçe û şîrketan stand hatine vekirin û got: “Di van qadan de li cîhanê pêşbaziyeke mezin heye. Weke DTSOyê em xebatên xwe yên li ser gastronomî, çand û tûrîzmê esas digirin. Em dixwazin ev fuar bibe fuara hemû Mezopotamyayê.”

Di vekirina pêşengehê de, ji bilî karsaz û saziyên sivîl Hevşaredarên DEM Partîyê yên Diyarbekir, Wan, Batman, Mêrdîn û deverên din jî beşdarî kirin.

Solîstên Koma Ma Musicê Welat Tayfûr û Sarya Ertaş beriya gotarên vekirinê stran gotin.  Piştî axaftinan jî starta fuarê hate dayîn û stand hatin ziyaretkirin. 

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye