ŞEREF !..
BI ŞEREF !
Te nîv neheqî li xwe kir...
BI ŞEREF !
Te nîv neheqî li me kir…
BI ŞEREF !
Te em êşandin...
BI ŞEREF !
Bi wê meya xwe ya spî ya saqîyên kloşaran*, te em dibirin, nav dol û gelî û çîyayên dûr û kûr...
BI ŞEREF !
Bi wê meya xwe ya herî sor ya Parisa kambax, te em dibirin, nav bax û bistanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî...
BI ŞEREF !
Bi wê kokteyla xwe ya bi ava porteqalan, te em mest dikirin û te em dibirin nav bingehên algorîtmên jîyana mişextîya bê bin bê ban...
BI ŞEREF !
Bi wê çaya xwe ya qaçax ya penaberîtîyê, te em dibirin, nav mêvandarî, mêrxasî û evîndarîyên zozanên koçeran…
BI ŞEREF !
Şîn û şahîyan, ken û girîyan û xweşî û nexweşîyan de tu em bûyî û em jî tu bûn…
BI ŞEREF !
Gava ku em diçûne seredana Qasimlo, Guney, Kaya û Şerefkendî, tu li gel gulên xwe wek fermandarekî bûyî...
BI ŞEREF !
Gava kû, te sendelyeyên cîvînan bi dil û can rêzdikirin, te em dibirin di nav demên bê wext, ilmên bê hidut û rastîyên xeyalî...
BI ŞEREF !
Te bi kenê xwe, te em dibirin nav welatên bêsinor, dînên bêol, axiftinên bê kilam, jîyana bê jîyan û zarokatîya bê zarokatî...
BI ŞEREF !
Tu rêncberê jîyana nejîyayî bûyî...
BI ŞEREF !
Te li mala xwe , gûlên mala me sêwî hêlan…
BI ŞEREF !
Bibe wekîlê silavan, Ji goristana Père-Lachaise heta axa germ ya Seyîd Riza, Nurî Dêrsîmî û Doktor Şivan...
BI ŞEREF !
Kurt û kirmancî, te nîv neheqî li me jî û li xwe jî kir lawikê Dêrsîmî...
BI ŞEREF !
-Alo L'institut kurde de Paris , bonjour...**
-Désolé , mais je ne suis plus là …
Zîrek
* Serxweşên Parîsê
** - Elo, rojbaş, Enstîtuya kurdî ya Parîsê
- Biborin êdî ez ne li vir im...