Li Duhokê 33 kes bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 33 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê di daxuyanîyekê de ragihand, di berdewamîya lêgerîna li gûmanlêkirîyan de, 33 pêketîyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin.

Dîyar kir jî, ew pêketî 12 peya, 15 jin û 6 zarok in, ku ew hemû vexwandîyê dawateke nanxwarê li nava bajarê Duhokê bûn.

Di 3 rojên bûrî de zêdetir ji 300 kesî li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine û li gor amarên dawîyê, heta niha hejmara pêketîyan gihîşt 830 kesî, ji wan 14 kesan canê xwe jidest dane û 434 nexweş jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e