Bijîşkên her çar pareyên Kurdistanê (Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakur) li bajarê Duhok a başûrê Kurdistanê dê kongreyekî li dar bixin.
Derbarê kongreya bijîşkî de koordînatorê kongreya heştemîna Mezopotamyayê Dr. Ebdula Casim ji BasNewsê re ragehand, kongre dê roja 22.06.2019ê bi hemahengiya Zanîngeha Duhokê ve li salona konferansên zanîngehê li dar bikeve
Kongreya heştemîn a bijîşkên Kurdistanê, her sal tê li dar xistin û bi zimanê kurdî birêve diçe.
Ebdula Casim ragehand ku, dixwazin fikra guhertinên zanistî jî bi zimanê kurdî belav bikin.