Hat zanîn ku yekemîn car e li nêzîkî bendava Mûsilê, kargeheke wiha li Kurdistan û Iraqê tê dîtin.
Ev cihê şûnwarî ku nêzîkî bajarokê Feyde yê parêzgeha Duhokê ye, berî demekê ji aliyekê cotkarekî ve dema li zeviyê xwe kar dikir dîtiye û Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê pê agahdar kiriye.
Niha tîmên lêkolînê li ser wî cihê şûnwarî dikin û dikolin û pişknînê dikin ku Kurd in û ser bi Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê ne.
Rêvebirê Rêveberiya Şûnwaran li Parêzgeha Duhokê Dr Hesen Ehmed li ser dîtina wê kargehê ji K24ê re ragihandiye: “Kurdistan landika şaristaniyê ye. Ev cihê şûnwarî jî, yek ji wan şûnwarên kêm ên endezyariya avdaniyê ye ku pêştir nehatine dîtin. Li vir firne û cihê dirustkirina keresteyên avdanê bû û boriyên avê li vê kargehê dihatin dirustkirin.”
Hesen Ehmed bibîr xist, “Kurdistan di wê serdemê de, yek ji welatên gelekî pêşketî bû û gelek dahênanên mirovatiyê li ser vê xakê bûne.
Li ser dîroka cihê wî şûnwarî Ehmed Hesen got: “Hîna lêkolînên me li vî cihî bi dawî nebûne û nikarin bi diyarkirî bibêjin vedigere çi salê, lê dikarin bibêjin ku vdigere berî 1500 sal yan kevintir.”
Doktor Hesen da zanîn: “Ti pirsgirêk li pêş me tune ne vekolînê bikin, lê di warê taqîgehan de, bêgûman pêwîstiya me dê bi taqîgeh û şarezayên biyanî hebe, ji bo diyarkirina dîroka vê kargehê.”
Rêvebirê Rêveberiya Şûnwaran ya Duhokê tekez kir: “Ev dever, di serdama berê de devereke stratejî ye, ji ber ku riya girêdana rojhilat bi rojava bû. Gelek şûnwarên din jî li vê deverê hatine dîtin.”