Li Duhokê welatiyek 110 hezar dolar dît û piştre ew pere da xwediyê wê

Welatiyê bi navê Zana Zekî di çenteyekê de 110 hezar dolar dît û li polîsan geriya.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiya Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re axivî û got: “Welatiyekî me li Evro Cityê çenteyeke ku têde 110 hezar dolar hebû dîtiye û li me geriya. Piştî lêkolînan, me xwediyê çenteyê dît û pereyên wan da wan. Em hîn bûn ku xwediyê diravan, di xaniyê kirê de dijî.”

Hêmin Silêman aşkere kir ku di çenteyê de 54 hezar dolar, bi nirxê 50 hezar dolar zêr û 10 milyon dînara Iraqê hebûye.

Rêvebiriya Ewlehiya Duhokê piştî bûyerê xelata rûmetê pêşkêşî Zana Zekî kir.

Siyaset Haberleri

EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike