Li duyemîn salvegera şehîdbûna “Jîna”yê de 5 welatan daxuyaniuyeke hevpar belav kirin

.

Amerîka, Ustraliya, Kanada, Niyû Zîlend û Birîtaniyayê li duyemîn salvegera kuştina hikûmî ya “Jîna”yê de daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Wezîrên derve yên welatên “Amerîka, Ustraliya, Kanada, Niyû Zîlend û Birîtaniya”yê li duyemîn salvegera kuştina hikûmî ya “Jîna”yê de bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandin: “Canjidestdana Jînayê, xala destpêkirina tevgera nerizayetiyeke berfireh e ku bi rêberatiya jin û keçan hate kirin û tevî tepeseriyan, herwek xwe berdewam e”.

Li beşeke vê daxuyaniya hevpar de hatiye: “Em piştevaniyê li wan jin û keçên Îranê û parêzvanên mafê mirovî li Îranê dikin ku bo mafê mirov û azadiyên bingehîn cehdê dikin.  

Herwisa wan 5 welatan tevî îşare bi rapora kumîta Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî li binpêkirina mafê mirovî li hember neraziyan û binavkirina wan kiriyaran bi cinayet li dijî mirovahiyê, ragihandin ku “li serkuta hovaneya hêzên ewlehî li salên 2022 û 2023 de zêdetir ji 500 kes hatine kuştin û zêdetir ji 20 hezar kes hatine binçavkirin lê tevgera cihaniya “Jin Jiyan Azadî” herwiha bi yekîtiyê, berdewam e”.

Herwisa wan welatan bi tekezî ragihandin ku rêjîma Îranê bi rêyên wek dorpêçan, dê rêjîma Îranê neçar bi bersivdan bi wan kiryarên xwe bikin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye