Li Edenê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn

.

Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyê Vahît Kîrîşcî ragihand, li bajarê Edenê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdhejê, bi dawî bû. Herwiha eşkere kir: “Me ji bin kavilan 34 welatiyên xwe derxistin. 418 welatiyên me jî canê xwe ji dest dan.”

Vahît Kîrîşcî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, li bajarê Edenê ku ketibû ber erdheja ku navenda wê bajarê Mereşê bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn.

Kîrîşcî eşkere kir, li bajarê Edenê yê Tirkiyê 418 kesan canê xwe ji dest dane û 34 kes jî ji bin kavilên avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyane, hatine rizgarkirin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye