Li Efrînê 18 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin girtin

.

Grûpên çekdar ên bi Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 18 kesên beşdarî xwepêşandana Efrînê bûne, girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê “Polîsa leşkerî” li xala kontrolê ya gundê Kefir Cenê, 18 kesên di xwepêşandana Efrînê de beşdar bûne girtin.

Diyar kir jî, ew kes ji bo redkirina asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyeyê re û daxwaza vegerandina biryara leşkerî, derketibûn xwepêşandanê.

Erebên hawerde yên li herêma Efrînê hatine bicihkirin, duhî derketin xwepêşandanekê û nerazîbûna xwe ji vekirina dergehan û asayîkirina pêwendiyan bi rejîmê re nîşan dabûn.

Çend roj in xelkê herêmên ku di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ne, derdikevin bi xwepêşandanan nerazêbûna xwe li dijî nêzîkbûna rêjîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê nîşan didin.

K24

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir