Di nava hefteyekê de, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 2 endamên Encûmenên xwecihî yên nahiyeyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandine û şelandine.
Binpêkirinên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êdî ne tenê li dijî welatiyên asayî yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tên kirin, lê heta karmendên saziyên ku ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve hatine dirustkirin dibin qurbaniyên wan çekdaran.
Endamê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê Ehmed Bekir Elî, yek ji qurbaniyên wan grûpên çekdar e.
Berpirsê Saziya Peyva Me Rêber Ehmed ji Rûdawê re, hurgliyên revandin û şelandina Endamê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê Ehmed Bekir û Endamê Encûmena Xwecihî ya Raco Hesen Xelîl kir.
Berpirsê Saziya Peyva Me Rêber Ehmed got: “Şeva înê derdorê seat 23:00 mamoste Bekir Elî ji mala xwe hat revandin û êşkenceyî li wî dikin û hemû tiştên wî tên dizîn.”
Li nahiyeya Raco jî, Endamê Encûmena Xwecihî ya nahiye Hesen Xelîl hatiye revandin û şelandin
Rêber Ehmed herwiha got: “Li Racoyê jî piştî ku mamoste Hesen Xelîl ji karê xwe vedigere grûpeke çekdar tê wî dibin û tiştên wî jî dizin.”
Her li navçeya Raco, li gundê Kewenda, fermandeyekî serbazî yê grûpa Feyleq el-Şam, bi navê Ebû Xelîl, li pêş gundiyan li pîrjineke Kurd, bi navê Cîhan Osman, 75 salî, daye û bi sixêf û dejûnan ew îhanet kiriye.