Li Efrînê 2 kes hatin revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê li gundê Basûtê endamekî Encûmena Xwecihiya gund û jinekê direvînin.

Grûpên çekdar ên li Efrînê li gundê Basûtê endamekî Encûmena Xwecihiya gund û jinekê direvînin.

Grûpeke çekdar endamê Encûmena Xwecihî ya gundê Basûtê Mihemed Ehmed Xidir revandin û niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hat zanîn jî, her gundê Basûtê roja 19ê vê mehê grûpa Polîsa Leşkerî û hêzên Tirkiyê jina bi navê Zêneb Ehmed Betal li rêbenda gund revand û ta niha jî çarenisîva wê ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ta niha bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û hîna çarenivîsa beşeke mezin jî revandiyan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan, dizî û talankirin mal û milkên xelkê ew e, Efrînî neçar bibin koçber û derbider bibin û plana guhartina demografî bicih bikin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e