Navenda Nûçeyan - Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24 re ragihand, çekdarên grûpa Feyleq El Şam pêr (12 Gulanê) avêtin ser gundê Dêr Belûtê yê li navçeya Cindirêsê û 4 welatî revandin.
Wî jêderî da zanîn, kesên hatine revandin, 3 ji wan Kurd in û yek jî ereb e. Navên wan jî wiha ne: Îbrahîm Izedîn Heyder, Celal Reşad Bakîr, Îbrahîm Xelîl Hebeş û Ehmed Îbrahîm Hesen.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên ji berî du salan ve, heta niha bi hezaran welatîyên Efrînê ji alîyê grûpên çekdar ve hatine revandin.