Hate ragihandin ku çekdarên girûpa Sultan Mûrad, sê roj berê, derdora mala Dr. Riyad Menla li taxa Melahî li navenda bajêr kirin zîncîreke ewlehiyê, pişt re ew revandin û heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Berê jî, Doktor Riya ji aliyê milîsên leşkerî ve, di Remezana bihûrî de hatibû girtin, lê pişt re hatibû berdan.
Doktor Menla, akadîmînasek di warê bazirganî û aboriyê de doktora kiriye û xwediyê dibistana Esdîqai ya taybet e û herwisa xwediyê xwaringeha Çiyayê Hawarê ye. Ev xwaringeh, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve weke xaleke leşkerî hatibû nîşandan lê di pişt re wan ew xwaringeh radestî girûpa Hemzat kirine.