Bombardimana balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bo ser navçe û gundên Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Li gor agahiyan, gelek zerer û ziyan gehiştiye malên welatiyên navçeyê û birîndar jî hene.
Hate ragihandin ku, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê îro dîsan gundê Hecsikenderê yê herêma Cindirêsê bombebran kirin û gundê Hemamê yê Cindirêsê jî tê topbaran kirin. Herwiha hat ragihandin ku sivîlên birîndar jî hene.
Vê sibê jî balafirên şer derdora çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêdan, Qurnê, Elî Caro û girê Şêx Xurzê yên navçeya Bilbilê bombardiman kiribûn. Di encam de gelek zerer û ziyan gihiştibû malên welatiyên navçeyê.
Artêşa Tirkiyê 20ê Çileya 2018ê operasyona Efrînê da dest pê kirin û rojane navçeyên derdora Efrînê tên topbaran kirin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de kesên sivîl jî hene. Bi hezaran kes jî koçber bûne.