Li Efrînê çekdar ji %40 berhemên cotkaran wekî bac dibin

.

Çekdarên gurûpên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, berhemên cotkarên herêma Efrînê talan dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku çekdarên gurûpa Sultan Mûrad li gundê Kotana, ji %40 ji berhemên cotkaran talan dikin.

Li gorî Rêxistinê, Ebû Omran, fermandeyê heman gurûpê li gundê Bîbaka û Zerka, heman rêjeya ji 40% ji berhemên cotkarên Kurd talan dike.

Rêxistinê diyar kir ku tevî derçûna biryarekê, roja 24ê Cotmehê, bi qedexekirina wergirtina baca parastina darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ve, lê heta niha ew gurûp rêzê li biryarê nagirin û cotyaran talan dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne