Li Efrînê çekdar û Erebên hawirde ala Fransayê şewitandin

.

Li Efrînê grûpên çekdar û Erebên hawîrde ala Fransayê şewitandin, li Idlibê jî wêneyê êrîşkarê Tunisî bilind kirin

Hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawîrde li naverastqa bajarê Efrînê xwepêşandan li dijî Fransayê kirin û ala wî welatî şewitandin.

Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku roja înê, bi sedan çekdar û Erebên hawirde li naverasta bajarê Efrînê kom bûn û slogan li dijî Fransayê avêtin û ala wî welatî şewitandin.

Li Idlibê jî, grûpên çekdar û alîgirên wan xwepêşandanek birêve birin û di xwepêşandanê de ala cebhet el-Nusre û wêneyê êrîşkarê tunîsî yê ku serê mamosteyekî Fransî birrî bû bilind kirin

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye