Li gundê Tirmîşa yê ser bi nahiya Şiyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên gurûpa Sultan Silêman Şah xwarina xwe li ser gundiyan ferz dikin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, çekdarên ku gurûpa ku bi navê Emşat tê naskirin, rojane xwarina xwe li ser maleke gund ferz dikin.
Li gorî Rêxistina navborî, li gundê Kaxurê jî, çekdarên heman gurûpê berhemên gundiyan ji simaqê desteser dikin û ji xwe re difiroşin.
Li gundê Dargirê jî, çekdarên gurûpa Sultan Mûrad, dest danîn li ser kelûpelên di nav malên xelkê gund de
Li nahiyeya Raco jî, rêbendeke çekdaran nêzîkî gundê Berbenê dest datîne ser otomobîlên bi simaqê barkirî û li hember her otomobîlekê, 5000 heta 15000 lireyên Sûriyê ji welatiyan distînin.
Kurdîstan Haberleri
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne