Li Efrînê çekdaran 9 kes revandin

Li Efrînê û gundên wê, zincîreya revandina welatiyên kurd ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, îro 4 karmendên Encûmena Xwecihiya Mabeta û 3 kesên din revandin.

Wê rêxistinê da zanîn, piştî ku karmendên Encûmena Xwecihî pere dan, ew hatin berdan. Lê 3 kesên din, çarenivîsa wan ne diyar e.

Diyar kir jî, çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye roja 9ê vê mehê 2 kes (Egîd Şêxo Şêxo û Celal Mihemed Şêxo) ji gundê Qêsim ê li navçeya Reco revandin û piştî çekdaran pere ji wan standin, ew berdan.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, bi armanca koçberkirina kurdan ji Efrînê û guhartina demografiya herêmê, grûpên çekdaran bi her awayî zulm û zorê li xelkê Efrînê dikin, wek: Revandin û eşkencedana welatiyan, dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şewitandina dar û zeviyên cotkaran.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne