Navenda Nûçeyan - Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, wan çekdaran hunermendê gelêrî yên Kurd Seîd Hisên ku xelkê gundê Qermitliqê yê ser bi nahîyeya Şîyê ya Efrînê ve ye, roja 15ê Nîsanê girtibûn û bo dema 2 rojan ew bi tundî îşkence kiribûn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dibêje, çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah ku weke Emşat jî tê naskirin, piştî wergirtina pere ji malbata wî hunermendê Kurd ê Efrînê, roja 17ê Nîsanê ew serbest berdane.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê de ye.
Ji dema ku Efrîn di destê artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê de ye, gelek binpêkarî di derheqê xelkê resen ên Efrînê de ku Kurd in, tên kirin û ew binpêkirin heta niha berdewam in.
Rudaw