Li Efrînê çekdarên mixalefet avêtin ser gundan

Çekdaran malên welatiyan talan kirin û hejmarek ciwan girtin û îşkence kirin

Çekdaran malên welatiyan talan kirin û hejmarek ciwan girtin û îşkence kirin
Çekdarên Grûpa el Hemzat li herêma Efrînê êrîşî ser gundên Keferzît, Keferdelê, Keferdelê Jorîn, Tilifê û Gazê kirin, çekdaran hinek welatî girtin, hinek jî îşkence kirin. Herwiha ji nav malên gundiyan, pere, zêr û gelek tiştên din talan kirin.
 
Rojên 20-21ê hezîranê, çekdarên grûpa Grûpa el Hemzat avêtin ser gundên Keferzît, Keferdelê Keferdelê Jorîn û Gazê.
 
Çekdaran çend telefonên destî û pere ji malên welatiyan dizîn, li Keferzîtê, Xêro Hesen 39 salî û Ibrahîm Ezîz 15 salî girtin, 100.000 lireyên sûrî ji mala Mihemed Hesen û 75.000 lirêyên sûrî ji mala Ebdo Mehmûd dizîn,  3 motorsîkil ji mala Zûhêr Ezî, Mihemed Silêman û Ednan Hemo dizîn.
 
Herwiha çekdarên navborî li gundê Tilifê, welatî Dijwar Mecîd 30 salî girtin, li gundê Keferdelê Jêrîn, hejmarek ciwan girtin û li pêş gundiyan îşkence kirin, pere, zêr, 5 motorsîkil û otomobîlek dizîn.
 
Her pênc welatî Ebdulrehman Ebdulqadir, Omer Xelo, Mistefa Xelo, Cemal Hisên û kesek ji malbata Hec Ebdo Zêbo girtin.
 
 
Li gundê Gazê, çekdaran piraniya telefonên destan ên welatiyan û pereyên wan jî talankirin.
 
Li gindê Gewende, çekdara gef li hersê bira Henan û Hebîb û Şêxo Qenber xwarin û ew ji malên wan derxistin û bi zorê ji gund  derxistin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn