Li Efrînê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê 5 welatî revandin

.

Li Efrînê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, bi armanca standina fidyeyê, 5 welatî revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, koma Polîsa Leşkerî bi armanca standina fidyeyê, pêr 1ê vê mehê 4 welatî ji gundê Behdîna yê li navçeya Raco revandin.

Navên kesên hatine revandin Xelîl Hac Mihemend Şaban, Omer Beyrem Elo, Rifet Husên Mihemed û Ebdo Mihemed Yûsif in.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirova diyar kir, piştî ku Xelîl Hac Mihemend Şaban fidya 1 hezar lîreyên dan, hate berdan. Lê çarenivîsê her sê revandiyên din ne diyar e.

Rêxistinê diyar kir, 1ê vê mehê Polîsa Leşkerî bi armanca revandinê bi ser mala Azad Îsmaîl li navçeya Şera de girt, lê ew ne li malê bû. Ji bo ku rastî dûçûnê neyê, wî bi xwe radestî wê komê kir.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirova, pêştir jî Azad Îsmaîl ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin û 6 mehan di girtîgehên wan de mabû.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne