Li Efrînê cesedên 2 birayan hatin dîtin

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 2 birayên ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, mirî hatin dîtin.

Çekdarên Ehrar El-Şam ku bi ser Tirkiyê ve ye, li bajarê Efrînê 2 ciwanên birayên hev ku ji Eşîra Îmêrat bûn, revandin.

Hat zanîn ku herdu birayên bi navên Casim Ebd Efarim (23) û Xelef Ebd Efarim (25) li zîndanên idlibê dihatin girtin û ji aliyê çekdaran ve rastî îşkenceyeke giran hatin û herwiha hat gotin çekdaran ji malbata wan ciwanan daxwaza pere kir.

Li got jêderên xwecihî li nêzî deriyê sînorî yê El Hîwa yê li Idlibê cesedên herdu birayan hat dîtin.

Cesedên wan herdu bira li goristana Zêdiye ya Efrînê hatin veşartin.

Heta niha bi sedan welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin