Li Efrînê di encama teqînekê de 3 kes birîndar bûn

.

Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna motorsîkletê de 3 kes birîndar bûn.


Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, li taxa Efrîna kevn, teqîn li nêzîkî navenda milîsên “Melik Şah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, rû daye. Di encama teqînê de 3 niştedagîr birîndar bûne û zerarên madî jî zêde çêbûne.


Herwiha hatiye destnîşankirin, wekî her car piştî teqînên ku rû didin, milîsan hejmareke şêniyên Kurd binçav kirin, li aliyekî din çekdaran li herêma teqînê diziya dikanan kirin û ew talan kirin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn