Di nav mehekê de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 100 welatiyên kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatine revandin.
Navenda belgekirina binpêkirinan li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, çekdarên Tirkiyê di meha Tebaxa îsal de herî kêm 100 welatiyên kurd li Efrînê revandine.
Li gorî raporta wê saziyê, kesên ku hatine revandin, xelkê gundên navçeyên Şîyê, Mabeta, Şêrawa, Cindirêsê û Şêrayê ne û heta niha jî nehatine berdan.
Çekdarên Tirkiyê bo berdana wan kujmek mezin dirav dixwazin.