Li Efrînê di zindana grûpeke çekdar de goreke bikom hate dîtin

.

 Hat ragihandin ku Cebhet El-Nusre beşek ji hêza xwe ji Efrînê vekişandin û birin Idlibê. Lê goreke bikom ku ji 17 terman pêk dihat li gundê Kefer Cenê yê Efrînê di nav zindana el-Cebhe el-Şamiye hate dîtin. Li ser vê yekê Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkirinan Cîger Hisên got "Çend zanyariyên piştrastkirî li cem me hene. Kuştin hatiye kirin, gorên bi kom hene. Gorên bikom ên xelkê Efrînê hene hatine kuştin û binaxkirin. Me çend cih destnîşan kirine.”

Karwanekî çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam ji herêma Efrînê ber bi parêzgeha Idlibê vedigiriya. Çavkaniyên nêzîkî Desteya navborî radigehînin ku hêzên wê ji navçeyên Kefer Cenê, bajarê Efrînê, û gundewarên başûrê Efrînê vedikişin û diçine parêzgeha Idlibê.

Lê çavkaniyeke taybet ji gundekî nêzîkî Mêremîn û Kefer Cenê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez kir ku bi sedan erebeyên serbazî yên Desteya Tehrîr el-Şam bi çekên giran li naçeyê hatine belavkirin û ji bo êrîşeke nû hatine amadekirin.

Heman çavkaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku goreke bikom di nav zindana el-Cebhe el-Şamiye li gundê Keder Cenê hatiye dîtin. Heman çavkaniyê aşkere jî kir ku 17 term hatine vedîtin ku nasnameya wan ne diyar e.

Di vê derbarê de, Cîger Hisên Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkariyan ji Rûdawê re axivî.

Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkirinan Cîger Hisên got "Çend zanyariyên piştrastkirî li cem me hene. Kuştin hatiye kirin, gorên bi kom hene. Dema em behsa gorên bikom dikin belgeh li ber destê me hene, me gelek peywendî li gel xelkê kirine. Gorên bikom ên xelkê Efrînê hene hatine kuştin û binaxkirin. Me çend cih destnîşan kirine. Gelekî giring e ku Civaka Navdewletî li ser vê pirsgirêkê raweste û lêkolînan bike û bi ciddî dûvçûnê bike."

Li ser asta siyasî, Nafih Ebdulla, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

Nafih Ebdulla dibêje "Em derbasbûna Cebhet El-Nusre şermezar dikin. Em dengê xwe digihînin hêzên navdewletî ku bi erkê xwe rabin van hêzên çekdar ji Efrînê derxin û ew kesên ku derbider bûne vegerin bajarê Efrînê û lijneyeke sivîl ji xelkê deverê bê avakirin û ew bajar birêve bibin."

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navçeyê bidest xistine, roja sêşemê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe bi tank û zirîpoşan ve li nêzîk gundê Kefer Cenê li ser rêya di navbera Efrîn û Îzazê de cîgîr kirine.

Herwiha hêzên Desteya Saîrûn, ku beşek ji artêşa niştimanî ye, lê meyldariya Tehrîr el-Şam dike li ser rêbenda rojavayê Izazê hatine bicîkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn