Li Efrînê nivîsgehên giliyan hatin vekirin

.

Hate ragihandin ku li navçeya Mabeta û Bilbilê yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nivîsgehek ji bo pêşkêkirina giliyan hate vekirin ku ji sala 2018an ve di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de bû û gelek binpêkirin lê hatibûn kirin.

Hate diyarkirin ku rêveberiya ewlekariya Giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, cara yekem nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan li navenda navçeya Mabeta vekir.

Li gorî jêderan, nivîsgeha ji saet 9ê sibehê heta 3yê êvarê, pêşwazî li welatiyan dike û mebesta wê nivîsgehê rawestandina binpêkirinan û vegerandina mafan e.

Ewlekariya giştî hejmarek ji bo welatiyan terxan kiriye, û gotiye her kesek dikare peywendiyê bike û hemahengiyê bike.

Beriya Mabetayê li navçeya Bilbilê jî nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan hatibû vekirin.

Hêjayî gotinê ye, 15ê mehê Serokê Sûriyê Ehmed Şera yekem car serdana Efrînê kiribû û li gel kesayet û rûspiyên herêmê civiyabû. Şera gotibû, ew ê nivîsgehan ji bo pêşkêkirina giliyan li Efrînê vekin.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê