Li Efrînê revandin!

Binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grubên çekdar û artêşa Tirkiyê ve roj bi roj zêde dibe û bê ku sedem û tometa wan bê zanîn di çend rojên dawiyê de 9 welatî hatine revandin.

Binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grubên çekdar û artêşa Tirkiyê ve roj bi roj zêde dibe û bê ku sedem û tometa wan bê zanîn di çend rojên dawiyê de 9 welatî hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grubên çekdar ji roja 20ê vê mehê ve 5 welatî (Hanî Ebdo Sîdo, Heysem Menan Bekir, Îsa Şehadê û Xelîl Henan Demircî, Arif Mihemed Ebdo) li gundên Anqelê û Merwaniyê revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Heman rêxistinê ragihand jî, roja 24ê vê mehê ve leşkerên Tirk ligel grubeke çekdar bi ser avahiya Encûmena Efrînê ya Sivîl de girt û Serokê Odeya Endazyaran Xoşnav Hemo revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha da zanîn jî, Polîsê Leşkerî li gel hêzeke Tirkî bi ser gundê Karo yê navçeya Bilbilê de girtin û Muxtarê gund û 2 gundiyên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê jî kir, ji roja 25ê vê mehê ve endamê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê Mihemed Şaban ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, heta niha bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wan ve hatine revandin û li gor zanyariyên hîna zêdetir ji hezar welatî revandî ne.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne