Li Efrînê şer û pevçûn didomin: Nexşeya deverên kontrola çekdaran guherî

.

 Li gorî zanyariyan li ser daxwaza Tirkiyeyê cihên ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê kontrol dikin hatine guhertin û li ser vê jî komên çekdar bi hev ketine.

Li gelek bajarokên Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, komên çekdar şerê hev kirine û di encamê de tê gotin ku nexşeya deverên kontrola wan guhertiye.

Çavkaniyên ji Efrînê ragihandine ku herî dawî doh du komên bi navê Quwe Muşterekê û Siqûr El Şemal li Bilbilê, Şera û gundên gundewarê Ezazê pev çûne û di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, di encama pevçûna navbera çekdarên Quwe Muşterekê û Siqûr El Şemal de, li bajarokên Bilbilê û Şera yên Efrînê nexşeya cihên kontrola çekdaran hat guhartin.

Hate diyarkirin ku Quwe Muşterekê êrîşî xalên Siqûr El Şemal ên li gundê Elîcaro yê bajarokê Bilbilê û gundên Qitmê, Kefercenê û Qestel Cindo yên bajarokê Şera kir û ew kontrol kirin.

Herwiha pevçûn gihîştine bajarokê Meryemînê û çekdarên Cebhe Şamiyê jî ji bo piştgiriya Siqûr El Şemal beşdarî pevçûnan bûne û xalên bajarokê Meryemînê kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyan di pevçûnan de tank û wesayîtên leşkerî yên hatin rûxandin û xelkê herêmê yê resen û yên ku li wir hatine bicihkirin koçber bûn. 

Herwiha hatiye ragihandin ku kesek hatiye kuştin û 26 jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da