YPGê ragihandiye, şervanên wan li gund Goliya yê nahiya Raco ya Efrînê, êrişî wan çekdarên ku zeytûn dizîbûn, kirin.
Li gorî agaihyên YPGê, di wê êrişê de herî kêm 3 çekdarên koma Ehrar El Şerqiye hatin kuştin.
Ji roja ku Efrîn ketiye destê çekdarên Sûrî yên alîgirê Tirkiyê ve heta niha mal û milk û berhemên çandinî yên xelkê Efrînê ji aliyê wan ve tê dizîn û talankirin.