Li Efrînê tabûra çekdaran ya nû bo Lîbyayê tê avakirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê lîwayekî nû ji çekdarên Emşat yên ser bi oposizyona Sûriyê û Tirkiyê ve tê avakirin û biryare ew çekdar bo Lîbiya werin şandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku, efserê bi navê EbdulMuin Ebû Xalid, ku bi xwe ji Deraayê ye, piştî ku dest ji kar ji nava polîsên leşkerî li Cindirêsê berda, niha Lîwayekî nû ji çekdarên Emşat ava dike.

EbdulMuin Ebû Xalid diyar kir ku armaca avakirina wê lîwaya çekdar ew e ku wan bişînin bo Lîbyayê.

Li gorî heman çavkaniyê, heya niha nêzîkî 150 çekdarn kom kirine û piraniya wan xelkê Deraayê ne.

Biryar e piştî ku ew lîwa bi temamî were pêkanîn, dê wan ji bo parastina xalên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê bişînin.

Herwiha ragihandin ku mûçeyê mehanê yê wan çekdarn bi qasî 1500 dolaran e.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, bi fermandariya Xelîfe Hefter, Tirkiyê bi şandina çekdarên Opozisyona Sûriyê wekî çete bo Lîbyayê tohmetbar dike.

Roja 21ê sibata 2020an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bo yekem car aşkere kir ku çekdarên opozisyona Sûriyê li Lîbyayê hene.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne