Li Efrînê teqîn: 11 kes mirin

Li bajêrê Efrînê di avahiyeke 4 katî de teqîn pêk hat, di teqînê de 7 sivîl canê xwe ji dest da û 4 jî Milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî mir.

Li navenda bajarê Efrînê di avahiyek 4 katî de teqîn pêk hat, li gor agahiyên ewil 7 jê sivîl 4 jî milîsên ASAyê jiyana xwe winda kirine. Her wiha milîtanên ASAyê duh êvarî li Taxa Ahmed Şahavi di avahiyek 4 katî de lêgerîn pêk dianîn, di dema lêgerînê de teqemeniyê înfîlak kir. Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil di teqînê de 7 jê sivîl 4 jî milîtanên ASAyê jiyana xwe winda kirine.

Bandora teqînê piştî roj zelal bû derket holê, avahî û wesayitên derdorê ji teqînê zirar dîtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin