Îro teqîneke mezin li cadeya Vêlat nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim li navenda bajarê Efrînê çêbû, û li gorî agahiyên destpêkî bi dehan qurbanî hene, di nav wan de hejmarek ji çekdarên opozisyonê û kesên sivîl hene.
Li gor hin çavkaniyan, teqîn di dema meşa artêşa tirk de qewimiye û bi dehan çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiyê piştgira wan e mirine.