Li Efrînê teqîn!

Li Efrînê otombîlek hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.

Li Efrînê otombîlek hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.


Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê otomobîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiya û çekdarek bi giranî birîndar bûye û xaniyên derdora cihê teqînê zirar dîtine.


 Hat hînkirin ku xwediyê otombîlê çekdarekî grûpa Ehrar El Şerqiyê ye û li heman taxê rûniştiye û ew jî bi giranî birîndar bûye.


Çend teqînên din ên bi vî rengî jî berê li Efrînê rû dabûn û otombîl hatibûn  teqandin, vê yekê nîşanîya  nakokiyên di navbera grûpên çekdar an e ku her grûpek otombîlên grûpa din diteqîne û gelek caran xelkê sivîl dibin qurbaniyên van teqînan.
 
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne