Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li nêzî navenda çeteyên Feyleq El-Salis teqîneke bi hêz rû da.
Ajansên herêmî aşkere dikin îro pêncşemê 08-08- 2019an berêvarî teqîneke bi hêz li nêzî çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê pêk hat.
Teqîn bi motorsêklêteke bombebarkirî li nêzî bargeheke komên çekdar bi navê Feyle El-Salis a bajarê Efrînê teqiya. Herwiha di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.
Herwiha heta niha ti rêxistinan ew teqîn li xwe negirtine.