Li bajarê Efrîna ya Rojavayê Kurdistanê bi otomobîleke bomberêjkirî teqiya û di encamê de 4 kes birîndar bûne.
Li gor agahiyên hatine belavkirin li bajarê Efrînê bi otomobîleke bomberêjkirî êrişek hat encamdan.
Di encama teqînê de li gor agahiyên destpêkê 4 kes birîndar bûn.
Aagirê piştî teqînê derketiye ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatiye vemirandin û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Derbarê teqînê de ti zanyariyên din nehatine belavkirin.